a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Çi Bikim Bi Can

Çibkim bi can piştî herê jîna ciwan Bexçê me hişk tê da gulek nakê xuyan Qutbî ji ser îro çima ava jiyan Avnê ji Bîngolê û kanî, serheda Tew deng ji şalûl û qumrîya Tenê geryam li nav tiştek ji min re tênê Tê de biyanim ez bêm raz wermam tenê Tiştek ji qelsan dibên hêvî xweda Warê me ket destê çeqel, rovî û gur Wana li hev û parkirin war bir bir Jîna minî mayî tucar nabêm şukir Ferman ketî dest bêcirên pîs û gede Îro ezê dîi û reben, bend û benî Derya xema ew kûre, pir ez çûm binî Pir zad min çand.avda bixwe dujmin çinî Hin jê mi xwest, dujmin ji zad kulmek neda Şev reş li pêş min bû hemî tûk û kelem Destê sitemkar wî dilê min kir elem Dujmin wekî şah nadirê şahê ecem Ê hatî ji min kuşt wî tucarî keys neda Destê dua hêvî ji wan nakim tucar Ez çek bidim xortên heval merd û şiyar Mam bê bihar bînim bi zorê xweş buhar Min dî bi qelsî qet kesî tiştek neda

Bêjebêje © 2015-2024