a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Çipka xunavê

Çipka xunavê li ser nêrgizê Carek dî hatî nav hoz û kuzê Çipka xunavê li ser nêrgizê Carek dî hatî nav hoz û kuzê Çavêt reş hibrin li ser kaxezê Çavêt reş hibrin li ser kaxezê Te navşêrînê, yar belengazê Te navşêrînê, yar belengazê Ta kengî bijîn bê vîn û viyan Ta kengî bijîn bê çare û derman Ta kengî bijîn bê vîn û viyan Ta kengî bijîn bê çare û derman Dema awazê vînê me lêda Dema awazê vînê me lêda Dê bo me bikene bê şermî û tawan Dê bo me bikene bê şermî û tawan Evîna xelkê şadî û hunere Boç evîna me pir şerm û gire? Evîna xelkê şadî û hunere Boç evîna me pir şerm û gire? Dîroka evînê neşêm ji bîr kim Dîroka evînê neşêm ji bîr kim Ji serhatiya ya mişt û pire Ji serhatiya ya mişt û pire Xin û xişkokê da bo te bêjim Ez dê gazinda bo te verêjim Xin û xişkokê da bo te bêjim Ez dê gazinda bo te verêjim Ez evîndar im, xelkê ez nevêm Ez evîndar im, xelkê ez nevêm Ez rastiyê bêjim, yara ez nevêm Ez rastiyê bêjim, yara ez nevêm Xemê dilê min pir vîn û saxkey Xemê rondika hişk û zuhakey Xemê dilê min pir vîn û saxkey Xemê rondika hişk û zuhakey Dergehê jînê ji bo me vekey Dergehê jînê ji bo me vekey Şahî û govenda ji bo me karkey Şahî û govenda ji bo me karkey Çipka xunavê li ser nêrgizê Carek dî hatî nav hoz û kuzê Çipka xunavê li ser nêrgizê Carek dî hatî nav hoz û kuzê Çavêt reş hibrin li ser kaxezê Çavêt reş hibrin li ser kaxezê Te navşêrînê, yar belengazê Te navşêrînê, yar belengazê

Bêjebêje © 2015-2024