a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Ciwan e Azad e

Ciwane azade, jibanê bejna wî hinda bi min şêrîne Pîroz bî xemla wî, zavye xêlê wî evîndar û perîne Helbet û tîlî tewînê nay û def, spas û aferîne Al al û binefşin beybûn û bêhna xweş kulîlk û gulbarîne Şalûl û zerîle, tivîlîk û şahînî ji keyFa dil firîne Stêr û xetîre, tîrêj û qozqer, kesk û zer û xemrîne Şiyarbûm konê reş xuya kir hey hewar herim qîr û girîne Winda bû,bela bû, nabînim, kanî ew dilo peykev werîne Hejandim revandim, jana dil, derban û birîna min birîne Mihra wî, bêhna wî, reş tozin, têne dil, birûskê agirîne Efxanim, ranazim, şevê reş nabûrim, xelas nabin çi rîne Seqlanim, şetyanim, dibim ger, ez behrim, şîpêl li min gîrîne Çima hat, çima çû, hê zûbû, kî zanê xewnê şeva borîne Kanî ew ka yê dî, yê dî tir, winda bûn, bê şûn û bê serîne Dinyaye, leylane, me xape bawerke hin dî saxin mirîne Yezdane, tenê her, ew zanî hew bêje bêhna fire zêrîne

Bêjebêje © 2015-2024