Mihemed Şêxo
Çûme Nav Baxê Evînê
Çûme nav baxê evînê
da dilê xwe ez vekim
wê gulê canê şêrînê
got serî dê.digel te kim
min perî dîtî li wê rê
ça bi lexşa, rû bi xal
bes bike qet tu wê xêrê
bexçeya taze û delal
mar li ser bejnê kezîne
ser milada hatne xwar
yêt bi bestin çav û rûne
wê dema ser çû hejar
sîng û berbûn mêrg û zozan
wê kirim agir û pel
tazehî bo peykeve çav
min xwezî bo ez digel
Helbest: Ehmedê Şêx Salih