a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Deh û Yekê Azar

Deh û yek azar cejna azadî Bîst û yekê wê newroz û şadî Bi xêr bê buhar newroz û adar Xweş dibî bi wan dilê evîndar Agirê newroz li girê yare Hilbû bi şadî mangê adare Mêzeke îro'li guhê laleş Rûdêmê keça mîna gula geş Pêşmergê nebez dara azadî Avdan bi xwînê bi şad û merdî Silav her li wan li deşt û çiyan Xwîna xwe rihtin le boyî jiyan Qîz û xortên kurd çeleng û çakin Bi awaz û deng wa tim di bakin Zengilê jînê newroz vaye hat Rojek nû hilat pê xweşbû welat

Bêjebêje © 2015-2024