a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Derdan Çi Ez Dil Jarkirim

Derdan çi ez dil jarkirim ey felek Êdî nikarim ez bijmêrim bûn gelek Barê xêzanî jî li min hîn nebes Serdar ji pîsara çi ez bûm hinek Mêrê gemar îro hemî pêşketin Karê nebaş îro ji war paşketin Kûçik bilez kom dibin Mêrên durust nabin xulam paşketin Wê tuşt nebê parek ji çem qels'dibê Bahtê gemar dajo li ser kom dibê Lê qet gemar avê çema nagirê Av xurt dibê dajo gemar pak dibê Zanî bi birçî û bê war û jar Lê baz tucar nabin xulam ey felek Zanî tucar nabim xulam ey felek Tim bergerim razîme ez Bêbuhar Cardî xeman wan dest li min dane hev Pêde bi lez ew tên bi meş geh bi rev Piştî ku ez bûm Bêbuhar nakevim Dem bê bi cengê ez bixim ji hev

Bêjebêje © 2015-2024