a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Di Baxan Dil

Di baxan dil berim sorgul Wekî bilbil dikim meylê Seher gihan dinalim ez Eman leylê, eman leylê Bl nîşanî, bi şêranî Tilatê rind û xopanî Li te pîroz beşeyhanî Bi bejin û key sem û şeylê Tu leyla ez weke mecnûn Sitem kir pir li min gerdûn Xemê di dil, Dicle û Cêhûn Felek hey lê felek hey lê Tu şêranî şekiramiz Bi ken herdem dikî payîz Tu şêrîna li cem Perwîzî Me dil Ferhad û sed keylê Li ser textê evîndara Nesîhayê ji derdora Cegerxwîn bûm di dîdara Te pirsek lê nekir qey lê

Bêjebêje © 2015-2024