a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Di Xeww De

Di xew de ez çûme şûn wara Nale nalê van dîdara Ax û ofê evan yara Nedihat dengê van dildaran Leyla rabû xwe di min wer kir Go dildaro te çi li min kir Te dil fêrî dildariyê kir Te ez hêlam te xwe ker kir Leylayê çi di min nehêla Giyanê min kir têk şêla Min go diçim wê nehêla Gêrandim ser kavl û kêla Go baş e tu çawa hatî Baş bû kesî tu nedîtî Xwezî bi saxiya xwe min dîtî Gerdena min te têr mêtî

Bêjebêje © 2015-2024