a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Dil kuştiyê

Dil kuştiyê awirên çavên wê Dil girtiyê reşmûyên çavên wê Nam şêrîn, tam şêrîn, dêm şêrîn Dil kuştiyê awirên çavên wê Nam şêrîn, tam şêrîn, dêm şêrîn Dil kuştiyê awirên çavên wê Li hember min rabe ser xwe weke roj Ji ber sîngê cana min veke bişkoj Navzirav, rû gulav, ser dilav Dil kuştiyê awirên çavên wê Navzirav, rû gulav, ser dilav Dil kuştiyê awirên çavên wê Yarê ez kuştim li me nabêt êvar Derman çi ye? kes nizane bes yar Renge rû, tarî mû, rinde rû Dil kuştiyê awirên çavên wê Renge rû, tarî mû, rinde rû Dil kuştiyê awirên çavên wê Min dil daye buhayê du sêva Min can daye buhayê du lêva Dev li ken, lêv û çen, xweş beden Dil kuştiyê awirên çavên wê Dev li ken, lêv û çen, xweş beden Dil kuştiyê awirên çavên wê

Bêjebêje © 2015-2024