Skip to main content
a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Dîsa Li Min Awir Kişand

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Dîsa li min awir kişand yarê bi wan çavên belek birca dilêmin hilweşand ez kirme nêv çerxa felek çerxê bi fitl û ger û dor geh birme jêr geh birme jor geh ez birim Sîpan û Tor dunya li min kir wek xelek zulma dikî kes neke yar herdem bi qêrîn û hewar wek leşkerê şahê Teter kirne li dor xêz û xelek ser sûte geh arişte dil geh agirê Zerdeşte dil derya kelek sergeşte dil mişt û tijî geşt û gelek ey dilberê dil gawirê te ez dame ber yek awirê canê dilovanî bike zulmê li Tîrêj meke Helbest: Seydayê Tîrêj

Bêjebêje © 2015-2026