a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Eman

Eman eman eman Ez bûm warê xeman Ketim ber mirinê Tewr nagere ziman Bê ziman û zarim Dil bi êş û jarim Ji lêdanê evînê Deng kim ez nikarim Zindan kûr û tarî Birçîbûn û jarî Nan bê xwê av bi xwê Kuştin û neyarî Ev cejnê nîrozê Evînê kir wek dojê Gelî Kurda rabin Hûn tev bikin dozê Amedê bindestan Paytextê Kurdistan Ji xortê Kurd zanre Evîn kir goristan

Bêjebêje © 2015-2024