Mihemed Şêxo
Êmê
Ay lê, lê, lê, lê, lê, lê, lê, lê, lê, lê, lê, lê, lê, lê
Lê, lê, lê lê, lê, lê, lê lê, lê, lê, lê Êmê
Nazikê, nazdarê
Sermezinê, aqilkêmê
Beybûna welatê Diyarbekirê
Hênikahiya welatê Mûşê
Sozdara minî vî zemanî rabe Êmam
Ay lê lê lê Êmê
Bêbavê mi go ez ê bi Yarim Tepa şewitî diketim
Minê dî li kutlê biya
Lê mi dî sê zeriyê mala Galo hat û dimeşiyan
Meşa van keçika, nebû meşa hakima, qayimeqama, yuzbaşiya, Êmê
Erê dengê van bêbavan nebû dengê naqosa, mifrediya
Lê bêhna van keçika nebû bêhna misk û emberê şûşê kolonya
Bi ser kambaxê gundê me de fûriya
Hevalno, hogirno
Le mi go bejna Êma Hemo tak rîhanê devê çêmê
Ez ê xeşîmim, zarok im, nema zanim ji kîjan alî de bê mê, Êmam