a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Erê Şoxê

Erê şûxê erê canê Tu wer dam biçne seyranê Ji xwer carek temaşakin Li vê govend û dîlanê Ezê çibikim ji govenda Ji dahol û ji sazbenda Xem ûderdên mepir kûrin Ji rengê geliyê Sîpan Kul û derd û xema bavê Wer da em biçne ber avê Go dengê bilbilan guhkin Di nêv baxêd gulîstanê Bi şêrê dê bi serê bava Tu car ez naçim berava Dilê herdem bi kul bême Wê çibkê ji bilbilstanê Tu bi qedrê mishefa reşkî Bi ro û heyv û ateşkî Tu guh med gotinê vala Wer da em biçne meyxanê Bi xerqa û bendek û laleş Bi zeradeşt û bi arê geş Bi wî kalê veşirtî ez Tucar naçim di meyxanê

Bêjebêje © 2015-2024