a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Ey Felek Ka Ew Sera

Ey felek ka ew sera û birc û qonaxê di min ka rez û bistan û dar û kanî ew baxê di min çîçek û nêrgiz heriştin tev ji bîna sorgula sor perî nayên semayê kanî qozaxê di min qeb qeb û dengê kewan nayên li ser lat û çiyan kure kura rengê bûman, naleya zaxê di min ser bi zêr û çox bi surme dest li ber rû nale nal dê bikê xweş bin di dilde ev key û daxê di min bilbilê malik xerab herdem bi hawar û girî xweş li ser sorgul dinalin, bûne ortaxê di min qumriyan sed renge awaz wan ji derdê nêrgizan bûm li ser kax û kelat û qesr û çardaxê di min dujminbê zordest ûzana tev welat girtin bi zor erdelan û şehrezû û şax û Kurdaxê di min kurdê gernas ku şikandin tîp û komên Ingilîz ketne bin dsetê neyaran bûne al taxê di min dujminê miletî îro bûne rêber bo welat yên bi xapan em dixwarin bûne ocaxê di min ma gelo kevne perestim, na ne raste ezbenî lê dixwazim zû şiyarbin dost û hev çaxê di min Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024