a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Eyd û Erefat

Gava li me hat eyd û erefat Roka sibê li me hilat Ew dil û can ji ter kir xelat Hew xeyrî van bi destê miv? hat Dilê min bû behra bêbinî Tu bû gemî lê sekinî Te ez helandime ji binî Evîna me bû serpêhatî Kanî ew sozê te û min Ka ehdê te li ber destê min Tu bi kud? bir ew dilê min Ew ehd û soz kêr min nehat Gava tu li ber çavê min bû Cîhan li ber min heyv û ro bû Gava tu ji ber min dûr dibû Bê te qet sebra min nehat Ka hêlîna me ava kir Xewnê şeva me esas lêkir Bayê ber tavê xerakir Ji serê min bir hiş û mat (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024