a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Ez bûm ferar

Ez bûm ferar Dûr bûm gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar bi carê Ez bûm ferar Dûr bûm gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn, neyar bi carê Dewran li min ew Çep gerî li paş mam Bûm wek gumokê Hêsirê'm tim dibarê Dewran li min ew Çep gerî li paş mam Bûm wek gumokê Hêsirê'm tim dibarê Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Ez wek go yên Ez wek go yên Ez wek go yên Tim roj û şev dinalin Ez mam biyan Ez mam biyan Ez mam biyan Bê kes û bê heval im Ez wek go yên Ez wek go yên Ez wek go yên Tim roj û şev dinalin Ez mam biyan Ez mam biyan Ez mam biyan Bê kes û bê heval im Ez bûm wekî kalê Temen buhûrî Rê dûr e, bi meş Taqet nema û nikarim Ez bûm wekî kalê Temen buhûrî Rê dûr e, bi meş Taqet nema û nikarim Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Dinya zivistan Pir, bi ba û bahoz Berfa sipî sar tê Bi mij û tev toz Dinya zivistan Pir, bi ba û bahoz Berfa sipî sar tê Bi mij û tev toz Şev reş û qir, şaş bûm Ji rê bi der çûm Gopal min girt Pişta mi xwar û pir xûz Şev reş û qir, şaş bûm Ji rê bi der çûm Gopal min girt Pişta mi xwar û pir xûz Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Birçî û tî Birçî û tî Birçî û tî Derdê giran bi ser da Sersem û gêj Sersem û gêj Sersem û gêj Şaş bûm, herim bi kurde? Birçî û tî Birçî û tî Birçî û tî Derdê giran bi ser da Sersem û gêj Sersem û gêj Sersem û gêj Şaş bûm, herim bi kurde? Pir dem wekî Mûsa Li Tûr mi bakir Carek xweda min Qet nedî û ne cewab da Pir dem wekî Mûsa Li Tûr mi bakir Carek xweda min Qet nedî û ne cewab da Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Tae't, nimêj ma ey Xweda ji bo çî? Jîna me tev tae't Mi kir bi qencî Tae't, nimêj ma ey Xweda ji bo çi? Jîna me tev tae't Mi kir bi qencî Dawî temen ez mam Feqîr û bê war Ez wer nexweş, bê kes Hejar û birçî Dawî temen ez mam Feqîr û bê war Ez wer nexweş, bê kes Hejar û birçî Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê Barê giran Barê giran Barê giran Îro çima li ser min? Tev rê te wer Tev rê te wer Tev rê te wer Şaş kir hemî li ber min Barê giran Barê giran Barê giran Îro çima li ser min? Tev rê te wer Tev rê te wer Tev rê te wer Şaş kir hemî li ber min Yarê kirim wê bê buhar Te yar da Dil xweş ne kir Derd zêde kir ji bo min Yarê kirim wê bê buhar Te yar da Dil xweş ne kir Derd kir, zêde ji bo min Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Tev bûn neyar Qet dost neman, neman bi carê Ez bûm ferar Dûr bûm gelo, gelo ji yarê Qet dost neman Tev bûn neyar, neyar bi carê

Bêjebêje © 2015-2024