a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Feryad

Feryad û sed ax û eman Ez ketime ber êş û bela Heyfa evî umrê ciwan Min daye ber derd û kula Derdan ii dil min dane şax Nîsan li min bûn wek Tebax Mêrga dil û can çelmisî Hişk bûne hewdê sorgula Hişkbûn li dil mêrg û çîman Teyr û tilûr qet tê neman Îro ji wî baxî bilî Awaz û dengê bilbila Şalûl û ilbil mirxê baz Qumrî quling, şahîn û qaz Tev jê firîn derketne der Ma warê bûm û qertela Tîrêj bese qîr U6 hewar Emrê çûyî lê nabe çar Kêf û xweşî îro li dil Bûne wekî salêd xela

Bêjebêje © 2015-2024