
Mihemed Şêxo
Gulîzar
Gulîzar Gulîzar
Ezê rûniştî me li bin dara gulê serê kanê
Mi dî Gulîzara min av danî
Pişta xwe da min, û kirî meşek bi giranî [x2]
Mi ba kirê Gulîzar Gulîzar Gulîzar, Gulîzar
Gulîzar tu bihara emrê minî Gulîzarê
Were were Gulîzarê
Sifet wek heyva biharê
Sifet wek heyva biharê
Tu wek kulîlka hinarê
Wer ji min re tu xweş yarê
Wer ji min re tu xweş yarê
Were were, Were were
Were were, Were were
Were were Gulîzarê
Gulîzarm tu delalî
Tu delalî ti xweş hevalî
Gulîzarm tu delalî
Tu delalî ti xweş hevalî
Binêr li min û vî halî
Hêsir ji çavêm tên xwarê
Were were, Were were
Were were, Were were
Were were Gulîzarê
Gulîzaram tu xweş xatûn
Aşiq bûn wek Leyla û Mejnûn
Gulîzaram tu xweş xatûn
Aşiq bûn wek Leyla û Mejnûn
Hela were ti li ber mi rûn
Ji sibê heta êvarê
Ji sibê heta êvarê
Were were, Were were
Were were, Were were
Were were Gulîzarê
Min li te nêrî min ahîn kişand
Min ahîn kişand dilêm êşiya
Min li te nêrî min ahîn kişand
Min ahîn kişand dilêm êşiya
Ez bûm wek dîn û serxweşa
Ez bang dikim şêrîn yarê
Ez bang dikim şêrîn yarê
Were were, Were were
Were were, Were were
Were were Gulîzarê