a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Hebs û zindan

Hebs û zindan kûr û tarî xewa min nayê We'z ji eşq û evîna gulê, ez ketme belayê Hebs û zindan kûr û tarî xewa min nayê We'z ji eşq û evîna gulê, ez ketme belayê Gula min vebû bîn dabû li serê çiyayê Min go gulê were vir, go ez bêwext nayêm Min go gulê were vir, go ez bêwext nayêm Gula min kesk û sor, heyran, gula min geş e Gula min bi xelkê tal e, bi min pir xweş e Gula min kesk û sor, heyran, gula min geş e Gula min bi xelkê tal e, bi min pir xweş e Dunya li ser me ron, heyran, bextê me reş e Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeşe Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeşe Gula min rengîn e, heyran, gul sor û zer e Hebs û zindan, têde ez rizyam, gul bê xeber e Gula min rengîn e, heyran, gul sor û zer e Hebs û zindan, têde ez rizyam, gul bê xeber e Gula min bindest e, heyran, bi kul û keser e Dest ji gulê bernadim, can bidim bi ser e Dest ji gulê bernadim, can bidim bi ser e Gula min tu xeyidî, min guneh çêkir Te ji min re çi got, û min bi can û dil kir Gula min tu xeyidî, min guneh çêkir Te ji min re çi got, û min bi can û dil kir Mal û can dabû ser heyran gelek hindik kir Rêka min gelek dûr bû, va eşqê kin kir Rêka min gelek dûr bû, va eşqê kin kir

Bêjebêje © 2015-2024