a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Iqbala Belek

Li çil ûşeşê xwazgînî hatin Li şêst û yekê berbîkî hatin Binkê dildariyê dîsan medana Iqbala belek palek wêrana Hat xwazgîna min parta dîmoqrat Sîh û sê hezar şehîd da xelat Dawet kirêt min ave bûn bira Xêzvan û cotayar û pale û dektora Lawçet bîrêt min ne hêzevan bûn Xwendiyêt min bîst û yek hêzbûn Ez bûme derya ji xwîna şehîda Gemiyek wan çêkir ji hestiyê şehîda Xatir ji min xwest van genc û lawa Bê hizir û tekbîr nizanim çawa Dîsa bizyabek davêt perya min Dîsa agirek kete dilê min Vê parta delal hevala ez xwestim Belê dijminan va ez guhestim Va ez guhstim bêkes û semyan Bê xeml û rewş û awaz û dîlan Dîsa hevalên xemla min behî Dîsa min şîniyê nîhar û behî Dîsa ji nişkde ez bûm yara xelkê Dilê min rawest hawar te kengî Tu min ne hêle ez ketme bextê te Ez her dimînim li civaniya te

Bêjebêje © 2015-2024