a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Keça Delal

Çava kilke, xeml û xêla xwe girêde keça delal Were dilê min derman bik te derb lêda nego menal Keçê te baskê min jêkirin bam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim Keçê ez mirim te xwe li min kire ferman e dil şewitî Were bibîn dîtina te ji min re derman e tu nalebitî Keçê baskê min jêkirin mam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der Xortê hêja menale ruh li te nema Te çi li min divê serseran va li ber te me Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim Ji min dûr ket Tu ji min dûr ket şêrîn Êşê avêt hinavê min Wez birîndar tim li ber çavê min Hat bîra min ew rojên geş Min buhurand bi dilkî xweş Tim tu bihara dilê min bû Pir kêfxweş bûm bi wa çavêd reş Min gazî kir dilo rabe Di nav dila de tim xuya be Çima tu tim kêfxweş nabe Çima gula te geş nabe Li min vegerand ez dinalim Wez brîndarek bêhal im Ji ax û hesreta dikalim Ji şêxê re ez evîndar im Helbest: Beşîr Çeçan

Bêjebêje © 2015-2024