a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Keça gunda me

Ez keç im, keça gundan im Kulîlka li serê lawan im Rîhana rez û çeman im Lawiko w'ez bêrîvan im Ez keç im, keça gundan im Kulîlka li serê lawan im Rîhana rez û çeman im Lawiko w'ez bêrîvan im Delalê tu xwîn şêrîn î Dil req î û lêv hingivîn î Tu ji xorta gava min dibînî Bêrîyê w'ez evîndar im Delalê tu xwîn şêrîn î Dil req î û lêv hingivîn î Tu ji xorta gava min dibînî Bêrîyê w'ez evîndar im Lawiko evînî şerm e Geleka bi tirs û sehm e Evînî guneh e li dev me Lawiko ez bêrîvan im Lawiko evînî şerm e Geleka bi tirs û sehm e Evînî guneh e li dev me Lawiko ez bêrîvan im Delalê bejin rîhanê Kulîlka heyva gulanê Bi zane xweşiya jîyanê Bêrîyê w'ez evîndar im Delalê bejin rîhanê Kulîlka heyva gulanê Bi zane xweşiya jîyanê Bêrîyê w'ez evîndar im Lawiko were mala me Û min bixwaze û sehke kula mi Gustîlkê bike tila mi Lawiko ez bêrîvan im Lawiko were mala me Û min bixwaze û sehke kula mi Gustîlkê bike tila mi Lawiko ez bêrîvan im Delalê bêje bavê xwe Min bidê û dewlet serê xwe Qayim ke, delalê, dilê xwe Bêrîyê ez evîndar im Delalê bêje bavê xwe Min bidê û dewlet serê xwe Qayim ke, delalê, dilê xwe Bêrîyê w'ez evîndar im Ez keç im, keça gundan im Kulîlka li serê lawan im Rîhana rez û çeman im Lawiko w'ez bêrîvan im Ez keç im, keça gundan im Kulîlka li serê lawan im Rîhana rez û çeman im Lawiko w'ez bêrîvan im Delalê tu xwîn şêrîn î Dil req î û lêv hingivîn î Tu ji xorta gava min dibînî Bêrîyê w'ez evîndar im Delalê tu xwîn şêrîn î Dil req î û lêv hingivîn î Tu ji xorta gava min dibînî Bêrîyê w'ez evîndar im

Bêjebêje © 2015-2024