a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Kewê

Kewê xortê ser çiya bûm Her bilbilê awaza bûm Dengê cihêlê genca bûm Min deng dabû çiya û newal Xort û lawên min heval bûn Aşiqê dengê zelal bûn Li ber çêla geşe gul bûn Rewneq dabû bask û kendal Ref ref hatin dildarêt me Li dûv deng û awazêt me Ji ber hawar û gazinêt me Dîlan kirin cihêl û kal Çiya me li ser awaz xwendî Mêrga me lê dilan re çandî Cergê lawa pê hejandî Îro mame bêdeng û lal Bextê we me ey hevalê Ey tolazên pîr û kalê Di wê rojê de em binalin Da ji bîr nekin neçit ji bal Helbest: Xelef Zebarî

Bêjebêje © 2015-2024