a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Koçê Me Bar Kir

Koçê me bar kir danîn li zozan Ew pir bi min xweş tev mêrg û çîman Hatin ji dûrde wan pir vegirtin Dijmin li dor min çadir û sîwan Rembaz ji dujmin wan rim hejandin Hatin liser min wan şer gerandin Ez bûm birîndar tev ga û pez çûn Sorgul û nêrgiz wan tev weşandin Dotmam hat li ser min hat û girîye Gotî bi min re halê te çiye Kolak ji dijmin dotmam bi r û çû Kes pê nizane wê kud biriye Mi çav vekir ax, ma ev çidewran Torîk û rovî zorkir li şêran Heyfên li lawê Rustem û Xusro Werman di xewda qut bûn ji mêran Rabûm ji nû kir qîr û hewar Piştî ko ez mam bê cî û bêwar Dizên reşik xas, toran û îran Girtin ji min war qutbûn li min zar Dev za û tî bûm bîngol jiyan çû Ez wer nexweş mam diktor kude çû Wek min gelek çûn tev de di vê rê Namûs nema wer ket bin nigan çû Tevda ji destên xapok û oldar Rihnî li min bû tarî û êvar Meydan çi vala mawer bi dijmin Derdek li imn vala ket pirêş û dijwar Zarok biçûkin ez war şiyarkim Xewndin li wana tev de bi barkim Heyfê min rakin, dujmin belakin Bûm Bêbuhar rabim nû warkim

Bêjebêje © 2015-2024