Mihemed Şêxo
Kurdistan Pir Şêrîn
Kurdistan pir şêrîne
tevde mêrg û kanîne
ew buhuşta cîhane
buhuşt xeyrî wê nîne
pênc hezar sal em hebûn
em tevde azad debûn
milet tev bindestî
yek ji me Selahidîne
welato tu pir hêjayî
tu welatê me kurdayî
di cihan de te dengdayî
tu weke find û çirayî
ka wa ka Kurdistanê
ji xeyrî dîn û îmanê
ji te re bibim bi qurban
röja cejna qurbanê
wan darê xox û sêva
bi meşe û buxu bi lêva
kî heye miletê wa
ji xeyrî me kurda pêva