Mihemed Şêxo
Li ber dilê min pir şêrîn e
Li ber dilê min pir şêrîn e
Wek kulîlka bi hilm û bîn e
Li ber dilê min pir şêrîn e
Wek kulîlka bi hilm û bîn e
Dilê min bû ye bi evîn e
Bê te, min gazî û girîn e
Dilê min bû ye bi evîn e
Bê te, min gazî û girîn e
Li ber dilê min pir şêrîn e
Wek kulîlka bi hilm û bîn e
Derdê te weke Xabûrê
Bê binî û kûr û dûrê
Derdê te weke Xabûrê
Bê binî û kûr û dûrê
Pêlên gir in, yên din hûr in
Li min xistin, birin dûr in
Pêlên gir in, yên din hûr in
Li min xistin, birin dûr in
Ji Xabûrê yek peyde bî
Wek geliyê dûdevî
Ji Xabûrê yek peyde bî
Wek geliyê dûdevî
Tu ji mir bû ye derd û keder
Ti car ji bala min nayê der
Tu ji mir bû ye derd û keder
Ti car ji bala min nayê der
We'z ji evîna te nakim der
Tu ji mir bû ye kul û keser
We'z ji evîna te nakim der
Tu ji mir bû ye kul û keser
Hela were şêrînê
Derman bike vê birînê
Hela were şêrînê
Derman bike vê birînê
Piştî çavên te yî belek
Min heznekir hîna kesek
Piştî herdû çavên belek
Min heznekir hîna kesek
Belkî vegerê li me felek
Herdû dila dîsa bik yek
Belkî vegerê li me felek
Herdû dila dîsa bik yek
Miradê me bi cî werê
Eşa dila bê derê
Miradê me bi cî werê
Eşa dila bê derê
Kengî li me bê dem û dewran?
Vegerin li me rojên ciwan
Kengî li me bê dem û dewran?
Vegerin li me rojên ciwan
Bê me cejna herdû dilan
Bê me bîna gul û baxan
Bê me cejna herdû dilan
Bê me bîna gul û baxan
Miradê me bi cî werê
Eşa dila pê derê
Miradê me bi cî werê
Eşa dila pê derê