Mihemed Şêxo
Min bihîstî
Min bihîstî tu nexweş e
Ez çibkim bextê min tim reş e
Dilê min herdem bi kule
Carekê nebûye geş e
Min bihîstî tu nexweş e, dilo
Ez çibkim bextê min tim reş e, dilo
Dilê min herdem bi kule, dilo
Carekê nebûye geş e
Min bihîstî tu nexweş e, dilo
Ez çibkim bextê min tim reş e, dilo
Dilê min herdem bi kule, dilo
Carekê nebûye geş e
Dilê min herdem bi kule dilo
Carekê nebûye geş e
Delala min tu pir di êşî, dilo
Derdê xwe ji kesî re nabêjî, dilo
Bendî te mam ez heliyam, dilo
Tu kulê xwe ji min re bêjî
Bendî te mam ez heliyam, dilo
Tu kulê xwe ji min re bêjî
Nayêm ba we li min negrî, dilo
Çima wilo tu bê sebrî, dilo
Evîna te ez helandim, dilo
Ma sozê te heya kengî
Evîna te ez helandim, dilo
Ma sozê te heya kengî
Hêstir ji çavê min tên xwarê, dilo
Weke hûr xunavê biharê, dilo
Alem tevde dikevin xewê, dilo
Çavê min ji bo te şiyar in
Alem tevde dikevin xewê, dilo
Çavê min ji bo te şiyar in
Min bihîstî tu nexweş e, dilo
Ez çibkim bextê min tim reş e, dilo
Dilê min herdem bi kule, dilo
Carekê nebûye geş e