
Mihemed Şêxo
Mixabin
Mixab bi navê jînê
Sotim derdê evînê
Ma ne bese şêrînê [x2]
Ma ne bese şêrînê [x2]
Mixab bi navê jînê
Sotim derdê evînê [x2]
Ma ne bese şêrînê [x2]
Were şêrînê canê
Ji dil derxe vê janê [x2]
Bila herkes bizanê [x3]
Ma bo çi ye ev evîn
Jana wê ku nebê jîn [x2]
Hey dîlbera xemrevîn [x2]
Tenê tu yî zîna min
Armanca evîna min [x2]
Wêran meke jîna min [x2]
Mixab bi navê jînê
Sotim derdê evînê [x2]
Ma ne bese şêrînê [x3]