a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Nalînek Tê Guhê Min

Nalînek tê guhê min, lê winda û nihan e Agir berda dilê min, tev bû pêt û dixan e Barek da ser milê min, lê barekî giran e Dabûn ser hev kulê min, hemî derd û bela ne Kurdistana delal im, her kes tê min dixwazî Ez pir şox û şepal im, min deng daye binazî Ev bûye bîstûdu sal li ser min cenge bazî Kurdo were mi bixwaze, belê bi serfirazî Xemilanidime seranser, destgirtiya xorta me Gerden sêvik sor û zer, li hêviya merdame Qelen xwîn e ne gewher, Kurdistana Kurda me Bê tang û top û leşker îro we ez berdame Xortê kurdo şiyar bin, guh nedin van nemerda Bav û kalê we rabûn, hemî mirin ji derda Derdê li wan giranbûn îro li me çi serda Ne wek bav û bira bin yara xwe ji dest xwe berdan

Bêjebêje © 2015-2024