Mihemed Şêxo
Nesrîn
Demê min tu dîtî Nesrîn
Herdu çavêt direş digrîn
Demê min tu dîtî Nisrîn
Herdu çavêt direş digrîn
Ewan çava di gotne min
Careka dî tu min nabîn
Dil û canêm tev bûne xwîn
Ji hemîla li min vebûn birîn
Ji ber şenga diran zêrîn
Ji hemîla li min vebûn birîn
Ji ber şenga diran zêrîn
Ji ber şoxa bejin şêrîn
Te dêm têkel befr û xwîn
Tu ji gula buy gula Nisrîn
Buhar buhrî û Nesrîn werya
Kevnenêrî li ser çerya
Buhar buhrî û Nesrîn werya
Kevnenêrî li ser çerya
Heyfa min têt Nisrîn girya
Rondik weryan li ser wan rûya
Ew çavêt reş gelek girya
Nesrîn xwezî ez te bibînim,
Tu şîn dibî careka dî
Nesrîn xwezî ez te bibînim,
Tu şîn dibî careka dî
Ne ji we binê ji bineka dî
Ne ji wî warî ji warekî dî
Xwezî tu car nahête cî
Û eger bêtin, bi rengek kî dî
Eger bêtin, bi rengek kî dî