a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Nexweş Im Ez

Nexweşim ez di evîna te de dil bûye bîhok Pîr û kalim ez dinalim, por sipî bûye gulok Ez li van xan dinalim hêstirên min tên xwar Meyzeke her dû rexan zinarê dêman bûn cîhok Virde çûm wir de çûm wez ketin derya xeman Şaş û cibe min çirandin paşî bûme wek gerok Meyzeke perwane çawa tê te sotin ew bi ar Ew nizanit agire yan pirt û ronak, ya pirtiwa ronak û rok

Bêjebêje © 2015-2024