
Mihemed Şêxo
Nisrîn
Demê min tu dîtî Nisrîn
Herdu çavêt di reş digrîn
Demê min tu dîtî Nisrîn
Herdu çavêt di reş digrîn
Ewan çava di gotne min
Careka dîn tu min nabîn
Dil û canêm tev bûne xwîn
Ji hemîla min vebûn birîn
Ji ber şenga diran zêrîn
Ji hemîla min vebûn birîn
Ji ber şenga diran zêrîn
Ji ber şoxa bejin şêrîn
Te dêm têkel befr û xwîn
Tu ji gula buy gula Nisrîn
Buhar behî, Nisrîn werya,
Kevnenêrî li ser çerya
Buhar behî, Nisrîn werya,
Kevnenêrî li ser çerya
Heyfa min têt Nisrîn girya
Rondik weryan ser wan rûya
Ew çavê reş gelek girya
Nisrîn xwezî te bibînim,
Tu şîn dibî careka dî
Nisrîn xwezî te bibînim,
Tu şîn dibî careka dî
Ne ji we binê ji bineka dî
Ne ji wî warî ji warekî dî
Xwezî tu car nahête cî
Û eger bêtin, bi rengek kî dî
Eger bêtin, bi rengek kî dî