Mihemed Şêxo
Perît Rojê
Wa perît rojê hûn min nehêlin
min jî qenc naskir xirfen û fêlin
çi rêka min girt derket kore rê
çi barê ez çûmê bivok û pêlin
xewa min nahêt şeva girane
xuh û xwîna min bûye erzane
şeva dirêje digel kê rabiwêrim
yar hev min nîne ceger talane
yarê ta kengî jîn'bê te sarbit
gula digvêşin ta gulav hebit
me çend ber milêt gula guvaştin
bo hizreta me ev rû gulavbit
ezmanê lal bit bera her nebit
jîn bê serbestî bela wêran bit
çavêt girêdayî bela her nebit
destê kurt û teng bela her nebit
derb bi kîlin mirin tê nebit
dê gehî nete dujminî nebit
sexmera tîta ev ro meşextim
raste meşextim dil meşext nabit