a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Perwîn

Perwîn keça nûgihiştî Ew delala xwedê hiştî Perwîn keça nûgihiştî Ew delala xwedê hiştî Çaxa serê xwe li min hilda Cerg û dilê min biriştî Çaxa serê xwe li min hilda Cerg û dilê min biriştî, min biriştî Çiqas bêjim pir şêrîn e Keça têra min nalîne Çiqas bêjim pir şêrîn e Keça têra min nalîne Ji ber bext û peymanê xwe Du reşmara li min werîne Ji ber bext û peymanê xwe Du reşmara li min werîne, min werîne Du reşmar û herdu kezî Min go rabe wê go xwezî Du reşmar û herdu kezî Min go rabe wê go xwezî Çaxa berê me ket welat Hêvî û gazî li pey me bezî Çaxa berê me ket welat Hêvî û gazî li pey me bezî, li pey me bezî Welatê min sor û şîn e Tevde buhara rengîn e Welatê min sor û şîn e Tevde buhara rengîn e Hinga min dî av û kevî Nûka xweda min mizgîn e Hinga min dî av û kevî Nûka xweda min mizgîn e, min mizgîn e Em vegeriyan ji welat e Me ne sebr û ne tebat e Em vegeriyan ji welat e Me ne sebr û ne tebat e Mehra dila em hatin mal Qehra mezin me welat e Mehra dila em hatin mal Qehra mezin me welat e, me welat e Perwîn keça nûgihiştî Ew delala xwedê hiştî Çaxa serê xwe li min hilda Cerg û dilê min biriştî Çaxa serê xwe li min hilda Cerg û dilê min biriştî

Bêjebêje © 2015-2024