
Mihemed Şêxo
Pêşkevin em serfirazin
Pêşkevin em serfirazin, milletê Kurdî
Pêşkevin em serfirazin, milletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî
Wa milletê Kurdî
Wa milletê Kurdî
Ala rengîn bo te dînim, ger ser bi derd im
Ala rengîn bo te dînim, ger ser bi derd im
Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im
Ger nekim paşî bizane ku ez ne Kurd im
Wa milletê Kurdî
Wa milletê Kurdî
Kurdistan êdî menale lawê te hatin
Kurdistan êdî menale lawê te hatin
Xwendevan xwînfiroşê axa welat in
Xwendevan xwînfiroşê axa welat in
Wa milletê Kurdî
Wa milletê Kurdî
Xwendewan û xwendegeh bi al û leşker
Xwendewan û xwendegeh bi al û leşker
Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser
Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser
Wa milletê Kurdî
Wa milletê Kurdî
Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim
Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim
Xwîna xwey paqij dirêjim, bindestî nakim
Xwîna xwey paqij dirêjim, bindestî nakim
Wa milletê Kurdî
Wa milletê Kurdî
Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî
Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî
Wa milletê Kurdî
Wa milletê Kurdî