a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Pîrê xemcivîn

Ez bûme pîrê xemcivîn Bê hiş û mest û jêr nivîn Li dil vebûne sed birîn Ji ber evîna şoxa şêrîn Bilbil civanê gulê Evîna te ez pîr kirêm Bê can û hem, bê bîr kirêm Bêçar kirim, xembar kirêm Şaş û nezan û jar kirim Bilbil civanê gulê Dilê xemgîn kir êş û jan Agir berda hinav û can Hey zalimê bê bawerê Hey zalimê bê bawerê Ma kanî peymana berê Bilbil civanê gulê

Bêjebêje © 2015-2024