a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Rabe Ji Xewê

Rabe ji xewê çavê raketî Dilêm şewitî agir pêketî Şêrîna min çû tu dil vêketî Lê çibkim îro ji dest min derketî Şêrîna min bir zalim neyara Ez mame feqîr mam li ber dîwara Ez bandikim qêrîn hewara Kî serhêlîn e kî ji xew şiyar e Ser min zivistan, ka bihara min Şêrîna min ket dest neyarê min Wê li min qut kir ziman zarê min Li min xopan kir şûn û warê min Çi dem bê ser min ji biharê dila Ku bê guhê min dengê bilbila Ez wê hilgirim ser herdu dila Ez pê dermankim derd û kula Helbest: Bêbihar

Bêjebêje © 2015-2024