a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Rewşa Civata

Rewşa civat û cihêla Gerdena van bejin kêla Xudena sê pel û pêla Van sê pela civat kêla Rûnişte xwar rûs û çîplaq Şîrê spiye gûzik û paq Ron û geşbûn dîwar û taq Fermiskê berfîne pê û loq Rêk û pêk û mişt û tijî Berdan ava birc û bijî Xwe lê zivirand û girnijî Got ez im dîlbera mijî Bibîne silava gulya Hawar bû req-reqa tilya Civat bi carkê hel hilya Kes nema go ne azerya Çihêla destêt xwe hildan Kura li keça çav wer badan Bû seyran û çeple lêdan Hemî rexa bû maç lêdan

Bêjebêje © 2015-2024