a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Serdana Gundê Fila

Çûm serdana gundê fila Carek mi dî li min hila Bê tirs û pirs çûme sila Awir vedan gotî bila Wê delalê sebera û dila Serxweş kirim hal nehêla Bû şeq şeqa dest û tila Mar di reqisîn li ser mila Wê periya ser çeqila Bê hiş kirim jimaç û zila Pêta evîna sor gula Avê te cergê bilbila Piştî cenga til û cila Destê mi çûn nêv paxila Şebnem li sorgulê şêla Dest û hinav ketin pêla

Bêjebêje © 2015-2024