Mihemed Şêxo
Şêrînê nû gîhayê
Şêrînê nû gîhayê, nû gîhayê
Li ser min pir bihayê, pir bihayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Dîlber çiqas delale
Bê hogir û hevale
Her demê dil li bale
Dîlber çiqas delale
Bê hogir û hevale
Her demê dil li bale
Her demê dil li bale
Şêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Bê te xewa min nayê
Şêrînê gewr û rinde
Li hevhatî û bilide
Pêçî ji mûm û finde
Şêrînê gewr û rinde
Li hevhatî û bilide
Pêçî ji mûm û finde
Pêçî ji mûm û finde
Şêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Bê te xewa min nayê
Were carek ji wêva
Bide maçek ji lêva
Bide min herdu sêva
Were carek ji wêva
Bide maçek ji lêva
Bide min herdu sêva
Bide min herdu sêva
Şêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Bê te xewa min nayê
Şêrîn were li ba min
Xeman nexwe seba min
Were rûnê li ba min
Şêrîn were li ba min
Xeman nexwe seba min
Were rûnê li ba min
Were rûnê li ba min
Şêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Bê te xewa min nayê