a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Şeva Tarî

Şeva tarî li min reşbû li ber min rê çi şa bû gelî kûrin, çiya tev dar li min barand û baweşbû nema rihnî dibînim ez çi sersem bûm çi gêjbûm ez mi rê winda kirin tevde di deryayê xemamim ez nema karim bikim sebrê ketim ahîn û nav zecrê hejarî pir li min zorkir çawa min girt gelo ev rê gelek wek min di zecrê de mirin ewna di vê rêda mirin hindik di zindana gelek war wan di qeydê da ev yarê li min werkir li min barê xeman barkir felek jî bû neyara min tevî dujmin bi mir şerkir Helbest: Bêbuhar

Bêjebêje © 2015-2024