Mihemed Şêxo
Sûlav
sûlav canê ev ro cejne
kovana min ev ro mezne
neya nûye zora kevne
car dibînim car jî xewne
hinda xebat û xwîn û rêç
hema çawa her wa biçêt
yan miletek wekû kurda
bê paytext û sînor bijî
gera herdem ya pir av bît
ma tê çawa zû zuhabit
rêka xwînê kirye zêlak
ma tê çawa zû habt
bela pûr bim nav çemada
nego şêr bim nav rika da
bela bimirin bi bîrna
ne go bimrim ez di dilda
bela tîtik bête sotin
bi gurîka feneroka
ne wekû çik çik û leybit
bijî tim nav kunc û tîka