Mihemed Şêxo
Tu wî Kewîstan
Tu wî kewîstan ezim kevî
dildarê te me wî bi navî
sed keç bêne biperya min
ji dilê min der nakevî
Sed keça ez bo xwe bînim
Dê navê te her vexwînim
Nîşanê te ez na birînim
Kesî wek te ez nabînim
Ez dê keça xwe bite navkim
Bo me tê te dê em lê berkim
Her çar aliya ez ê zêr kim
Dê mamîka li rexa helkim
Kurê min rapête piya
Keça min jî bête şiya
Li kê raşkin van axiya
Tê bi mîne ser vare hemiya