Mihemed Şêxo
Vê Yarkujê Tîrek Weşand
Vê yar kujê tîrek weşand
hinav û dil pê herisand
agir bi serda lê reşand
sed bîr bawer hilweşand
dilek nema ku ne livand
kesek nema wê ne civand
bi vîna xo wê ne nivand
wê dil ji pîran jî revand
perde nema wê ne dirand
sofî ji kuncê zîvirand
ji ser û dil îman firand
wek Botanî ew jî xirand
Helbest: Sebrî Botanî