a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Vêtnam û Kûba

Tolazêt kurda hûn rabin hestin Vetnam û kûba ev ro serbestin Piştî me hatin, pêş me gihştin Vêtnam û kûba heval û dostin Gelî rêncbera û netwêt bindest Hing bimrin serbest bes nejîn bindest Dujmin û dostê xwe ji yek binasin Bes bijîn jar û bes bijîn bindest Kak û şivanê bê kes û jara Xuşkê rêbert pale û cotyara Gelo rênasêt evan rêncbera Her ê ketiye pêşveçûn bira Kurdo ne jîne, kurdo ne hêlin Em xebata xwe çi car nahêlin Keç û kurd pêkeve dê bese rabin Bese nakokî gelo hişyarbin Gel hevalêt xwe desta tê girtin Bir kuştiyê bese bihêlin Pale û cotyarin bê kar û warin ' Xwendekar, belengaz gelo rêncberin Dê rabin vîkara wek xuşk û bira Rehêt zaroka da ku nehêlin

Bêjebêje © 2015-2024