a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Welat welat

Hey welat, welat Pir şêrîn welat Taca cîhanê Xemla rojhelat Tev petrol û kanî Darê zêr zewat Li nav te xabûr, Decle û Ferat Welat, welat Pir şêrîn welat Taca cîhanê Xemla rojhelat Tev petrol û kanî Darê zêr zewat Li nav te xabûr, Decle û Ferat Di nav te dene Bajarên bişan Yek waş û kanî Paytextê Mîtan Di nav te dene Bajarên bişan Yek waş û kanî Paytextê Mîtan Yek jî Amedê Paytextê Mîdiyan Yek Darê Ekmîn Ferman û berat Welat, welat Pir şêrîn welat Taca cîhanê Xemla rojhelat Tev petrol û kanî Darê zêr zewat Li nav te xabûr, Decle û Ferat Ji nav tê rabûn Keyxanên bilind Wek Keyxesrewî Restem, çend û çend Ji nav tê rabûn Keyxanên bilind Wek Keyxesrewî Restem, çend û çend Wan ferman kirin ta Yonan û Hind Wan ava kirin Pirr birc û kelat Welat, welat Pir şêrîn welat Taca cîhanê Xemla rojhelat Tev petrol û kanî Darê zêr zewat Li nav te xabûr, Decle û Ferat

Bêjebêje © 2015-2024