Mihemed Şêxo
Xalxaloka Çema
Xal xaloka çema
Şemamoka lema
Te haj ji xwe nema
Pê diket kul û xema
Gul yazê lîlozê
Lêv şekirê bozê
Berê mi da dozê
Çidikî dibêhema
Çavê teyî spehî
Du biskê sê şehî
Rondik ji min lehî
Hew nas dikin şema
Ez xortekî Kurdim
Riya gel na berdim
Xwînê didim merdim
Aivêm reqs û sema
Kurdistanam kanî
Kê bir û ne anî
Rojek wê bê şanî
Her tişt dibê hema