a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Xweda Hafiz

Xweda hafiz xak û welat Gerdena te aza welat Gerdena min tu azakî Dinya mêrg û mirina welat Dil perîşanim feqîr û jarim, bê kes û karim Min ho nevya bes hosa hat Tu li min heger xak û welat Min reş geş kir min nan nebat Xweda hafiz xak û welat Dil perîşanim, ferqîr û jarim, bê kes û karim Ez zanim hûn bêrya mi dikin Yê bi şev û roj hizra mi dikin Agirê xwe hûn hil nakin Elboma min herdem vedikin Dil perîşanim, feqîr û jarim, bê kes û karim Kes heye vê gulê bo min Bighîne destê dayka min Mizgînê bide yara min Gulê nîşana saxya min Dil perîşanim, feqîr û jarim, bê kes û karim Herdû pêkeve da tên dinê Herdû vêkrê daybîn kinê Wê herdû tim bi min bêjin Dabim bêjim tew ya binê Dil perîşanim, feqîr û jarim, bê kes û karim

Bêjebêje © 2015-2024