a photo of Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

Yarek Min Heye

Yarek min heye bi navê jîne tor û nazenîn ji min bi kîne qelenê giran ne bi zêr û dirav ji min dixwazî tim jî û xwîne ma ez çi bêjim ko ez razîkim li çar birê xwe ez gazîkim ji min jî û xwîn ji bo nêvîkim li ber pozê min gulek bibîne bo bîm evîndar ne hat û ne gav bi ser dilê min bû jana zirav vegirt hemî can ta dil û hinav jîna bê evîn bawer ne jîne dermanê jînê ji bo ez bînim ko tim bi zana li pey evînim çendî jê dûrim divê bibînim ji bo wê bûm Mem himberî Zîne yara min yare ma ne tim yare danîşgeha li nav çar neyare gava nebînim di mînim jare hêvî ji xwedan ji bo me bîne Helbest: Rêncber

Bêjebêje © 2015-2024