Mihemed Şêxo
Zeynebê
Mi bandikir ji dil û lêva lite Zeynebê
biçûkê wek kulîlka nû dikî vebê
cana min mi dilbera bê te tunebê
umrê minî mayî bi umrê te bê
tucar ez têr nebûme ji dêma tey sipî
gulekê serê sibê li ber avê vebî
hîna jibejna tey zirav çavê mitêr nebî
çavê reşî belek ji qudretê dikil bî
tucarî ez têr nebûme ji birh ûçava
te ji mire gotin dikir şekir lêva
te li min dikir dînê wek xewnên şeva
wezê sûnd bixum bi serê diyan û bava
dilêm çax û dema diber min buhûrî
mi digotê niha te bi ser mide vegerî
tid ber min derbasbû teli min ne nerî
dilê min xewirî çavê min sorbûn jî girî
lê belê ji vê eşqê em man bi hêvî
van xelk xêr ne xwaza xwe dane nêvî
em bûne wek keleka dûr bibî ji kevî
nîvê dilêm ma li ba te ez -mam bi nêvî